Pel zer bûne, ma hûn nabînin?
Rengê mirinê hatiye welat
Dil xemgîn u zare zare
Ji çavên gazelan hêsir dibarên
Wext çawa derbas bû, ji van derdan?
Havînê pişta xwe da evînê
Dayê sobe saz ke
Zivistan hatiye ber deri
Evîna min tu çûyî ku derê
Min bibîne, ez winda bûm...